Hejmara çarê ya kovara Diyarbekir derket
Şaredariya Bajarê Mezin, kovara “Diyarbekir Çand û Şaristanî” her ji 3 mehan carekê derdixe, hejmara çare ya kovarê gihîşt ber destê xwendevanan.
Şaredariya Bajarê Mezin, di kovara “Diyarbekir Çand û Şaristanî” de çand, huner û aşxaneya bajêr bi mêvanan dide naskirin. Kovar bi hejmara xwe ya nû li ber destê xwendevanan e.
Kovara “Diyarbekir Çand û Şaristanî” di hejmara çarê de dosyeya “Ez Diyarbekir im xwerû şaristanî me” girte dest.
Di hejmara nû ya kovarê de Walî Munîr Karaloglu di sergotarê de cih da van gotinan, “Serpêhatiya mirovan a li ser rûyê erdê heman wext gav bi gav serpêhatiya wî ya ‘medenîbûnê’ ye jî. Ev, mîna avekê dilop dilop biherike û rojekê ev dilop boş bibe bibe mîna çemekî. Mirov, bi her vedîtinê re ji bo rêya şarisitanîya ku “çîroka herî dirêj a mirovahiyê ye” kevirekî din ê kujî lê dike.”
Karaloglu bi bîr xist ku Mezopotamyaya di navbera Ferat û Dîjleyê de, cihê destpêkê ye ku mirovahîyê li ser navê şaristaniyê kuçe bi kuçe lê nijintîye û nivîsa xwe weha pê de bir:
“Diyarbekir, diyarîyeke Mezopotamyayê ye ji cîhanê re bi dehan gavên sereke lê hatine avêtin, bajarekî giring e ku çîroka hevpar a mirovahiyê lê dets pê kiriye. Bajar, dergûşa mirovahiyê, hewldanên destpêkê ser navê bajarîbûnê, kevşên giring ên ji seretayî heta roja me, tevan gav bi gav meriv dikare ser vê erdê bibîne.”
Karaloglu, diyar kir ku şaristaniay Mezopotamya bi berîya dîrokê ve dest pê kiriye û bi sedan esrî dewam kiriye, cihê xwe ji Romayê û paşê jî ji şaristaniya Îslamê re hiştiye.
Karaloglu bal kişand ku şaristanî awayê nasîn û jiyîna heyatê spehîkirina hawirdorê şaristaniyê ava dikin û Diyarbekir bi nimûneyeke taybet vê azweriya xwe raberî me dike û gotara xwe bi van gotinan bi dawî anî:
“Li Diyarbekirê şaristanî, di hunera hosteyên kevir de veşartiye ku ji kuçekê berhemeke nuwaze ya hunerî çêdike; ji bo parastina bajêr kalehê ava dike, li ser beden û bircên wê figür û nivîsên delal dinikirîne. Li Diyarbekirê şaristanî, ji xemlên kevirê bazaltî yê li ser minareyan bigire heta dîwarên dêr û mizgeftan, li her dera bajêr; di mirovê wê de, hunera wê de, muzîka wê de wêjeya wê de şopa van keviran bi cih dike. Diyarbekir ji duh û îroya xwe em ê xwe bidin ber barê wê û guh bidin dengên wê: ‘Ez Diyarbekir im, Şaristanî Li Ser Milên Min e.”
