Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Hejmara heştê ya “Keremke” derket

Şaredariya Bajarê Mezin, hejmara heştê ya bultena mehane ya nûçeyên xizmetguzarî û projeyan “Keremke” gihand ber destê xwendevanên xwe.

Şaerdariya Bajarê Mezin, bi bultena xwe ya mehane “Keremke” ku tê de cih dide xizmetên Şaredariyê yên li navend û navçeyan li pêş xwendevanên xwe ye.

Şêniyên Diyarbekirê dikarin li ser malpera webê Şaredariya Bajarê Mezin, li navendên danûstandinê, li wesayitên komguhêziyê, li muze û navendên jinan û ciwanan xwe bigihînin bultena nûçeyan.

Her weha bultena “Keremke” bi rêya karmendên Şaredariya Bajarê Mezin li cadeyên sereke yên bajêr jî li welatî û esnafan tê belavkirin.

“Dilê me yek e, mebesta me yek e û evîna me Diyarbekir e”

Walî Munîr Karaloglu, di hejmara heştê ya “Keremke” de nivîsek bi ser navê “Dilê me yek e, mebesta me yek e, evîna me Diyarbekir e” nivîsand û got ku bêyî ew binêrin ka havîn e an zivistan e ji bo Diyarbekir mîna kulîlkên biharê li her dera wê şîn dibin geş bibe, bi dildarî, bi dilsozî û bi bawerî dixebitin.

Karaloglu, bal kişand ser zehmetiya dema nexweşiya koronayê û got, ligel vê nexweşiyê jî ew bi hişmendiya ser binemayê mirovî, ji bo bajarekî jîngedost, çand, huner û spordost ava bibe bi şev û bi roj bêrawestan xebitîne û got, wan hewl daye ji bo nêzî 2 milyon insanî xizmeteke baş bi encam bidin.

Karaloglu diyar kir ku wan projeyên li gorî xweza û reseniya bajêr bi pêş xistine û got, wan bi van xizmetên xwe 50 sal paşeroja bajêr xistiye ber mîsogeriyê.

“Em bûn xizmetkarên bajar û hembajariyên xwe”

Karaloglu bi bîr xist ku ew bi xizmetên xwe dixwazin bajêr di warê turîzma bawerî, çandî, xwezayî, gastronomî, tenduristî û sporê de dagerînin navendeke giring û di nivîsa xwe de cih da van gotinan:

“Me sala 21ê ya sedsala 21ê hêjayî Diyarbekirê nirxand. Em bûn xizmetkarên bajarê xwe û bajariyên xwe. Lê hêj gelek karê me maye ku divê em pê rabin. Piştî ku me projeyên xwe pêk anîn em ê îsal ji bo zarokan, ciwanan, jinan û welatiyên xudan pêdiviyên taybet projeyên pozîtîf bi pêş bixin. Em bo wan cudakariya pozîtîf bikin. Em ê bêhtir li ser wan bixebitin. Sala 2022ê dê ji bo Diyarbekira me bibe saleke ku me projeyên mirovîn lê bi pêş xistine.”

Karaloglu bi bîr xist ku wan li her dera bajêr ji bo ciwanan navendên çandî vekirine û got, wan kampên ciwanan, salonên ciwanan, melevanîgeh, fêrgeh, salonên pêşangehan, polen kodkirina robitîk, pirtûkxane, lîseyên akademî, pirtûk kafe û gelek saziyên din xistine ber xizmeta ciwanan.

Karaloglu amaje bi Şaredartiya Civakî kir û got ku ew li ser welatiyên xudan pêdiviyên taybet disekinin û got, ew ê li dev her welatiyê astengdar, pîrekal û xudan pêdivî bin.

Karaloglu nivîsa xwe bi van gotinan bi dawî anî:

“Ji bo Diyarbekireke bêhtir hêjayî jîyînê ava bibe ew ê bi şev û bi roj xebatên xwe bikin. Em ê bajarê xwe bi derûnî û coşeke şanaz; plansazî, avedanî û xweşiktir bikin. Dilê me yek e, mebesta me yek e; evîna me Diyarbekir e.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan