Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Îhaleya qonaxa 5ê ya restorekirina Sûran hate kirin

Şaredariya Bajarê Mezin, îhale ji bo qonaxa 5ê ya restorekirina Sûrên Diyarbekirê pêk anî. Hêjayî gotinê ye, Serokomar Eecep Tayyîp Erdogan 9ê tîrmehê hatibû bajêr û ji bo restorekirina pere sûran ê li Newala Dîjleyê dinêre talîmat dabû.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta Sûrên dîrokî bigihêjin nifşên paşerojê bi sernavê “Li Sûran Vejîn” dabû destpêkirin û xebatên wê bi hemû leza xwe berdewam dike.

Serokatiya Daîreya Avedanî û Bajarsaziyê, bircên hejmar 63 û 73 jî tê de ji bo restorekirina 11 bircan derkete îhaleyê.

Îhaleya Şaredariya Bajarê Mezin 14ê kanûnê bi beşdariya 13 fîrmayan pêk hat. Piştî ku qonaxa qanûnî bi encam bibe firmaya serkeftî dê aşkere bibe û dê pê re ji bo hilgirtina karê restorekirina girêbest bê pêkanîn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan