Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Îtfayekarên herêmê li Diyarbekirê gerîyan

Şaredariya Bajarê Mezin, bi hevkariya GABBê qora perwerdeya bingehîn ji bo agirkujan li dar xist, îffayekarên bi vê mebestê hatine Diyarbekirê bi bernameyekê li bajêr gerek pêk anîn.

Şaredariya Bajarê Mezin, îtfayekarên ji bo bernameya perwerdeya îtfayekariyê hatine Diyarbekirê li bajêr gerandin û Diyarbekir bi wan da nasandin.

21 neferên agirkujiya Mêrdîn, Colemêrg, Mûş û Batmanê beşdarî vê geşt û guzarê bûn û îtfayekar li navenda bajêr û Gêlê li şûnwarên dîrokî û çandî yên bajêr gerîyan.

Bi serperiştiya rêberên bi ser Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, îtfayekar li Hz Silêman, qebrên 27 sehabîyan, Mizgefta Mezin, Kompleksa Keleha Navîn, Xana Hesenpaşa, Xana Delîlan, Muzeya Bajêr a Diyarbekirê gerîyan û der barê wan de agahî wergirtin.

Îtfayekar li gel van şûnwarên navenda bajêr her weha bi serperiştiya rêberan çûn navçeya Gêlê û li mezelên pêxemberan, Keleha Asûran û meqbelên Qralan ên Zinarîn gerîyan û li gola çemê Dîjleyê seyr kirin.

Amîrê Perwerdeyê yê Îtfaiyeya Diyarbekirê Veysel Murat Tapan, diyar kir ku ji bo bajarê Diyarbekirê bidin bidin nasandin wan ji bo îtfayekarên mêvan bernameyeke geştê li dar xistiye.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan