Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Ji bo xwendekaran semînera ‘teknolojîyê’

Ji bo zarokên di Malên Zanînê yên bi ser Şaredariya Bajarê Mezin dixwînin semînera “Girêdana Bi Teknolojiyê” hate lidarxistin.

Ji bo xwendekarên di Malên Zanînê yên bi ser Serokatiay Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê ve ne di branşên cur bi cur de semîner têne lidarxistin.

Di çarçoveya bernameya 3 hefteyî de dê ji bo xwendekarên li Malên Zanînê semîner der barê “Girêdana Bi Teknolojiyê” bêne pêkanîn.

Semînera ewil li Mala Zanînê ya Navendî birêve çû û zarokên 12 heta 15 salî tê de beşdar bûn.

Semîner, ji aliyê Derûnînas Serap Çapraz ve tên dayîn. Çapraz, psîkologa bi ser Navenda Piştgirî û Desteka Bo Tîryakê ya Şaredariya Bajarê Mezin e.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan