Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Kêşeya avê ya Kurdomerana Sûrê hate çareserkirin

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê (DÎSKÎ), kêşeya avê ya gundê Kurdomeran a bi ser Sûrê çareser kir.

Gerînendetiay Giştî ya DÎSKÎyê, bi xebatên xwe yên li gundan bîrên avê vedide.

Ekîban li gundê Kurdomeranê sondaja avê veda û di 580 metirê de av derxist.

Di encama xebatê de nimûneya ava bîrê ji bo lêkolanê şande Laboratuara Qelîteya Avê ya DÎSKÎyê. Ava bîrê bi rêjeya 10 lt/sn bi kêrî vexwarinê tê.

Piştî ku xeta avê li gund bête dabînkirin êdî dê 7/24 saet li vî gundî ava vexwarinê biherike.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, xebatên vedana bîrê ya li gundê Kurdomeranê saxtî kir û der barê wê de agahî ji xebatkaran wergirtin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan