Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Komedî Mola fînala sezonê kir

Lîstika Şanoyên Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin (DBŞT) “Komedî Mola”, bi nimayîşeke xwe ya taybet fînala xwe ya vê serdemê pêk anî.

Şanoyên Bajêr ku xebatên xwe di bin banê Serokatiya Daîreya Karûbarên Civakî û Çandî de dimeşîne, di vê serdemê de bi beşên cur bi cur ên lîstika “Komedî Mola” li pêşberî şanohezan bû.

“Komedî Mola” bi çar skêçên xwe ku du ji wan bir Tirkî du ji wan bi Kurdî derket pêş bînerên xwe, li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç bi pêşandaneke taybet ev serdema xwe girt.

Derhênera Komedî Mola Handan Ekîcî, diyar kir ku wan projeya 3 mehan belavî ser hemû serdemê kiriye û serdemeke têrtijî borandiye.

Ekîcî diyar kir ku ji bo şano ser platformên dîjîtal jî bête weşandin wan amadekarî kirine û got, “Bernameya Komedî Mola dê serdema pêş jî bi xelekên xwe yên nû dewam bike. Vê serdemê me 2 lîstokên zarokan çêkirin, 2 yên mezinan. 15 hezar temaşeker hatin pêş lîstikên me.”

Yusuf Îpek temaşeker e, weha axivî:

“Şahiya şanoyê ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve têt lidarxistin, ez ligel hevalên xwe hatin pêş. Me bi hev re li Komedî Mola temaşe kir. Skêçên hem bi kurdî hem bi tirkî hebûn. Hêvîdar im, Komdekî Mola bi skêçên wisa derkeve pêş.”

Nurcan Cebe ku tevî zarokên xwe hatibû pêş lîstikan weha axivî:

“Ez bi hevjîn û zarokên xwe re hatim, gelek xweş bû, me pir eciband. Skêçên hem bi kurdî hem bi tirkî hebûn û em gelek memnûn in jê. Em dixwazin lîstikên bi vî hawî berdewam bikin. Serdema xwe girtin, înşeleh serdema pêş beşên xweştir hebin.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan