Li Akademî Lîseya Xatûniyê bernameya pirtûkxwendinê
Şaredariya Bajarê Mezin, li Akademî Lîseya Xatûniye ya li Henê çalakiya pirtûkxwendinê li dar xist.
Akademî Lîseya Xatûniye di bin banê Serokatiya Daîreya Ciwanan û Sporê de ye bi mebesta bale bikêşe ser xwendinê bernameyeke xwendina pirtûkan pêk anî.
Di bernameyê de Qeymaqamê Henê Abdullah Yuksel, Midûrê Perwerdeya Milî Yilmaz Yildiz û xwendekaran pirtûkên helbest, roman û çîrokan xwendin.
Qeymaqam Yuksel diyar kir ku ev roj ji bo wan rojeke xweş e û got ku xwendekar demeke xweş derbas dikin.
Akademî Lîseya Xatûniye, di çarçoveya xebatên çand û civakî de ji bilî dersan dê ji bo xwendekarên xwe hin bernameyan li dar bixe.
