Li Bismilê qeydên krêşê dest pê kir
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo kreş û yarîgehên zarokan ên li Bismilê dest bi hildana tomarkirinê hate kirin.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî, ji bo piştgiriya bi malên venêrîna bi roj a zarokan a pêşdibistanê û yarîgehên zarokan xebatên xwe didomîne.
Şaredariya Bajarê Mezin, bi vê mebestê Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê ya berê cihê perwerdeyê û qata 1 ya avahiyê wek kreş û yarîgeh dabîn kir.
Di yarîgehên zarokan de leyîztokên rengîn hene û zarokên 4-6 salî, nava hefreyê di navbera saet 08.30 û 16.30êde dikarin jê sûdê werbigirin.
Ji bo kesên dixwazin zarokên wan ji yarîgeh û krêşê sûd werbigirin dikarin bêne navnîşana: Altıok Mahallesi 70. Sokak No:1 (Nexweşxaneya Berê) û serlêdana xwe bikin.
