Li Çunguşê pirsgirêka avê tê çareserkirin
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), ji bo navçeya Çunguşê projeyekê hazir dike kur o 24 saet bênavber ava navçeyê bêt.
Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, ji bo pirsgirêka avê û ya binesaziya navçeyê pê re guftûgo bike seredana Şaredarê Çunguşê Ali Suat Akmeşe kir.
Tutşî, diyar kir ku wan rewşa Çunguşê û gundên wê nirxandiye û got ku armanca wan ew e kur o 24 saet bênavber avê bidin navçeyê.
“Ji bo avê em ê 2022ê hin pêngavan bavêjin”
Tutşî, bi bîr xist ku demsala havînê av zêde tê mezaxtin lewra pirsgirêk derdikevin û got, ji bo em bênavber avê bidin navçeyê xebat têne meşandin.
Tutşî, weha axivî:
“Ji bo ava vexwarinê bi awayekî rast bête belavkirin divê rêveberiya avê bête sazkirin. DÎSKÎ, bi 2022ê re dê di vî warî de gavên cidî bavêje. Gava ku rêvebirina avê bi rêkûpêk bû êdî pirsgirêka avê jixweber tê çareserkirin. Bo nimûne, li gorî vê pergalê ka ji bo navçeyekê çend av pêwist be dê ewqas jê re bête terxankirin.”
