Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li dezgehê parzinandina avê ya li Bismilê test dest pê kirin

Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), li dezgehê parzinandina avê ya li Bismilê dest bi xebatên testkirinê kir.

DÎSKÎ li ser dezgehê parzinandina avê ya li navçeya Bismilê ku pê dê jiyana xwezayî û Çemê Dîjleyê bê parastin xebatên xwe didomîne.

Ekîban testên xwe yên li ser heriya aktîf, tankên herişandinê û avahiyên belavkirinê qedand û unîteyên din jî amade dike.

Dezgeh lis er 48 hezar metrekareyi tê avakirin û rojane 12 hezar û 500 metrekup ava ji kanalîzasyonan werdigire dê biparzine û bia wayekî paqij berde nav Çemê Dîjleyê.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, der barê dezgehê parzinandina avê de agahî ji xebatkaran wergirtin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan