Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Pira Dehderî xwarinên Diyarbekirê hatin pêşandan

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya “Hefteya Mutbexa Tirkî” de xwarinên herêmê îkramî welatiyan kirin. Serokatiya Daîreya Esnafan, bi serperiştiya Serokomariyê, bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê li Pira Dehderî bi boneya “Hefteya Mutbexa Tirkî” xwarinên herêmî dan nasîn. Xwarinên Diyarbekirê y

Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya “Hefteya Mutbexa Tirkî” de xwarinên herêmê îkramî welatiyan kirin.

Serokatiya Daîreya Esnafan, bi serperiştiya Serokomariyê, bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê li Pira Dehderî bi boneya “Hefteya Mutbexa Tirkî” xwarinên herêmî dan nasîn.

Xwarinên Diyarbekirê yên xwedan nîşan mîna Pelava Bi Xêlî, Ûr û Rûvik û şirîniya Qedayifê îkramî welatiyan hatin kirin. Welatiyan li pêş Pira Dehdehî xwarinên xwe xwarin.

Perwerdekara Xizmetên Xwarin û Vexwarinê Şaîbe Şener, ji xwarinan hilgirt û got, ev xwarin li gorî eslên wan hatine pijandinê.

Şener diyar kir ku xwarinên cur bi cur hatine pêşkêşkirin û weha axivî:

“Bi rastî min ev xwarinên han pir ecibandin. Di çalakiyê de wxwarina serûpêyan û qedayîf îkramî me kirin. Xwarinê serûpê gelekî xweş çêbûye, bi rastî jî hêsan nîn e xwarineke weha bermişe weha di tehma wê de bikelînin. Ev çalaki ji bo nasandina mutbexa Diyarbekirê gelekî bikêr e û ez dibêjim qey divêt çalakiyên weha her bêne kirin.”

“Bajêr dide nasîn”

Elîf Yildirim diyar kir ku bi saya vê bernameyê wê ligel hevalên xwe rojeke xweş borandiye û weha axivî:

Yildirim got ku van çalakiyan tevkarî pir li turîzma bajêr heye û weha axivî: “Bi van çalakiyan em xwarinên Diyarbekirê bi mirovan didin nasîn. Ez dibêjim ev tiştekî baş e.”

Hacer Yetîştîren tahm kire xwarinan û weha got:

“Xwarin gelekî paqij û xweş bûn. Me li pêş dîmeneke weha xweşik xwarinên Diyarbekirê xwarin. Ev bername gelekî baş bû. Malî ava ew kesên keda wan di ber de heye.”

Di çarçoveya bernameyê de dê li Birca Keçikê xwarina Kibaba Cîgeran a Diyarbekirê ya nîşanekirî bêt îkramkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan