Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li ser rêya Diyarbekir û Siwêregê 49 wesayit ji berfê hatin derxistin

Şaredariya Bajarê Mezin, bi hawara welatiyên ji ber berf û pûkê di rêya navbera Diyarbekir-Siwêregê de asê mane de çû.

Şaredariya Bajarê Mezin, di vê çilê zivistana dijwar de ku 49 sal e zivistaneke weha dijwar nebûye, ji bo şênî tengav nebin bi şev û roj dixebite.

Çawa ku agahî hat ku di kîlometira 30’ê ya navbera Siwêreg û Diyarbekir de welatî asê mane Şaredariya Bajarê Mezin bi 4 amûrên berfmalînê ket nav tevgerê û 2 otobûsên rêwîyan ji nav berfê xilas kirin.

Şaredariya Bajarê Mezin, ligel 3 ekîbên AFADê, 4 makîneyên kar ên Rêya Bejayî di encama xebata 12 saetan de 47 wesayit û 2 otobûsên rêwîyan xilas kirin.

Di otobûs û wesayitan de zarok, pîr û kal hebûn, rêwî bi wesayitên Şaredariya Bajarê Mezin ve hatin veguhastin.

Şaredariya Bajarê Mezin, di vê zivistana bi berf û pûk de dê bi xebatên xwe di hawara welatiyan de amade be.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan