"Li Sûran Vejîn" restorasyoneka nimûne
Bi malovaniya Şaredariya Bajarê Mezin, perwerdeya “Bingehên parastin û çaksaziya berhemên dîrokî” li dar xist û beşdaran xebatên restorekirina sûran raçav kirin. Şaredariya Bajarê Mezin, ÇEKUL û Yekitiya Bajarên Dîrokî bi hev re semînerên perwerdeyê pêk tîne. Nûnerên 7 Şaredariyên endamê Yekitiya Ba
Bi malovaniya Şaredariya Bajarê Mezin, perwerdeya “Bingehên parastin û çaksaziya berhemên dîrokî” li dar xist û beşdaran xebatên restorekirina sûran raçav kirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, ÇEKUL û Yekitiya Bajarên Dîrokî bi hev re semînerên perwerdeyê pêk tîne.
Nûnerên 7 Şaredariyên endamê Yekitiya Bajarên Dîrokî Diyarbekir, Mêrdîn, Erzirom, Dîlok, Meletî, Mereş û Nisêbînê ligel xebatkarên dam û dezgehên û fîrmayên taybet ên der barê mijarê de dixebitin beşdarî semînerê bûn.
Beşdarên perwerdeyê li Diyarbekira ku ji ber pêkanînên rast ên di restorasyonê de bo nimûne hatiye hilbijartin, serdana şûnwarên li ber restorekirinê ne kir û raçavî lê kirin.
Beşdaran, saxtî li xebatên li ser Birca Mezin ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Avedanî ve bi drûşma “Li Sûran Vejîn” daye destpêkirin kir û der barê xebatan de agahî wergirtin.
“Nimûne di warê parvekirina ezmûnê de”
Kordînatora ÇEKUL Akademiyê Kîbele Eren, got ku wan der barê parastina bermahiyên tarîxî de perwerde daye pisporên KUDEBên endamê Yekitiya Bajarên Dîrokî, restorator, mîmar, arkeolog û dîroknasên hunerê.
Eren bal kişand ser giringiya restorasyona li sûran tê kirin û weha axivî:
“Hevalên beşdar hemû xebatên restorasyonê dihelsengrînin, wezîfedarên firmaya li vir kar dike jî hemû pirsên wan dibersivîne. Ev der ji aliyê parvekirina ezmûnê de bûye nimûneyeke gelekî xweşik.”
“Li Sûrê teknîkên taybet tên bikaranîn”
Midûrê KUDEBa Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê Okkeş Kavak jî, diyar kir ku ev perwerde gelekî baş derbas bûye.
Kavak, bal kişand ku wan gelek sûd ji perwerdeyê wergirtiye û weha axivî:
“Li Sûrê teknîkên taybet têne bikaranîn. Bi taybetî van teknîkan gelek bala me kişand û der barê wan de agahiyên berfireh ji me re gotin. Me temaşe kir û em elimîn. Vê perwerdeyê mifayê xwe bo me pir heye. Ji ber vê perwerdeyê spasiya berpirsyaran dikim.”
“Pêkanînên virê serkeftîne”
Dîroknasê Hunerê Fatîh Bahçecî li Şaredariya Bajarê Mezin a Meletî peywirdar e, diyar kir ku restorasyona li Sûrên Diyarbekirê bi pêjinkarî têt meşandinê.
