Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Li Sûrê cihê xebitîna dersan bo ciwanan

Şaredariya Bajarê Mezin, Pirtûk Kafeyeke nû vekir ji bo ciwan û zarok bên lê rûnin û dersên xwe çêkin.

Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, ji bo zarok û ciwan, di dersên xwe de zîrektir bibin xebatên xwe berdewam dike.

Li taxa Cevat Paşa ya navçeya Sûrê ya navendî li Kuçeya Hezretî Silêman Pirtûk Kafeya Sûrê ya nû hate vekirin, xwendekar li vê derê ji aliyekî ve dersên xwe çêdikin ji aliyê din ve pirtûkan dixwînin.

Li pirtûk kafeyan xwendekar xwe ji bo ezmûnan amade dikin, ji perwerdekarên pispor dersan werdigirin û di pirtûkxaneya wê de ji berhemên nivîskar û şairên naskirî sûdê werdigirin.

Ev kafe her roj di navbera 08.00-21.00ê de li ber xizmeta welatiyan in û xwendekar bêpere dikarin çayê jî vexwin.

“Ez li malê nikarim bixebitim”

Esra Çakir xwe ji bo zanîngehê amade dike, diyar kir ku saziyên perwerdeyê yên taybetî gelekî buha ne û ew tê ji Pirtûk Kafeya Sûrê destekê werdigire.

Çakir diyar kir ku ew ji derfetên pirtûk kafeyê gelekî kêfxweş e û got, “Ez li malê nikarim li dersên xwe bixebitim, ez tême virê, li vir alî xwendekaran dikin, dersên xwe çêdikin.”

Veysel Îpek xwendekar e, diyar kir ku ew dixwaze zanîngehê bixwîne û bi kêrî welatê xwe were û got, pirtûk kafe ji bo vê derfeteke baş ji wan re çêdike.

Berat Sîncar jî aşkere kir ku bi saya Pirtûk Kafeyê ew li xwendina pirtûkan xweş bûye û got, “Min bihîst ku mamoste li vir baş dêhna xwe didine mirov, lewra ez hatim. Em dema xwe ya vala li vir baş derbas dikin. Wek aktîvîyeteke sosyal ez li vê derê pirtûkan dixwînim.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan