“Mala bêhnvedanê” kêfa dêbavan tîne
“Mala Bêhnvedanê ya Navenda Venêrîna Bi Roj” ya Şaredariya Bajarê Mezin ji bo zarokên xudan pêdivîyên taybet dibe stargeh û sebra dê û bavê wan zarokan tîne. “Mala Bêhnvedanê ya Navenda Venêrîna Bi Roj” ji aliyê Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî ve li Taxa Şehîtlix a Yenîşehrê ji bo zarokê xudan pê
“Mala Bêhnvedanê ya Navenda Venêrîna Bi Roj” ya Şaredariya Bajarê Mezin ji bo zarokên xudan pêdivîyên taybet dibe stargeh û sebra dê û bavê wan zarokan tîne.
“Mala Bêhnvedanê ya Navenda Venêrîna Bi Roj” ji aliyê Serokatîya Daîreya Xizmetên Civakî ve li Taxa Şehîtlix a Yenîşehrê ji bo zarokê xudan pêdiviyên taybet hatiye avakirin.
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwedîtiyê li zarokên xudan pêdiviyên taybet bike û sexbêriya wan bîne cih da ku dê û bavên wan karibin bikevin nav jiyana civakî û pêdiviyên xwe bînin cih, li Mala Bêhnvedanê ya Navenda Venêrîna Bi Roj bi xizmeta 59 malbatên xudan zarokên xudan pêdiviyên taybet radibe.
Dê û bavên zarokên xwedan pêdiviyên taybet dikarin bi dilekî rehet zarokên xwe deynin Mala Bêhnvedanê û li vir hem sexbêriya van zarokan ji aliyê karmendên navendê ve tê bicihanîn hem jî ji bo zarok demeke xweş derbas bikin gelek derfet ji wan re hatine terxankirin.
Xizmeta sexbêriya zarokên xudan pêdiviyên taybet ji aliyê mala bêhnvedanê ve bêpere tête bicihanîn û her weha hem ji bo zarokan hem jî dêbavên wan alîkariya derûnî tête kirin.
“Piştî me qeyd li vir çêkir zarokên min derketin nav mirovan”
Gulizar Silindir dayika 3 zarokên xudan pêdiviyên taybet e, diyar kir ku berî mala bêhnvedanê wê zarokên xwe dibirin navenda rehabîlîtasyon û dibistanê lê zarokên wê nikaribûn adapteyî jiyana civakî bibin.
Silindir aşkere kir ku zarokên wê li dibistanê nikaribûn derdê xwe bibêjin, hevalên wan ew havî kiribûn û got, lewra wê gava zarok dibirin navendên rehabîlîtasyon û dibistanê ew jî bi neçarî pê re diçû.
Silindir, bi bîr xist ku piştî wê zarok anîna Mala Bêhnvedanê êdî jiyana wê û zarokan gelek ferq ketiyê û weha axivî:
“Piştî min qeyd li vir çêkir êdî zarokên me derketin nav civakê, dikarin derdê xwe bibêjin, ligel hevalên xwe bidin bistînin û dikarin derkevin kuçeyan. Berê tiştekî weha nebû. Ez jî gelek diketim tengaviyê. Gava derdiketin ber derî divê ez li cem wan bûma. Niha zarokên min li cihekî gelek baş in. Beşdarî aktîvîteyên civakî dibin, hevalên wan hene, niha barê min gelek siviktir bûye. Zarokên min li vir gelek tiştî fêr dibin.”
