Mine Geçili li Diyarbekirê konserek da
Şaredariya Bajarê Mezin konsêra “Newayeke xweş” li dar xist û tê de stranbêja Muzîka Klasîk a Tirkî Mîne Geçili ji bo stranhezên Diyarbekirî kilamên xwe gotin.
Şaredariya Bajarê Mezin, di çarçoveya Serdema Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran de bernameyên cur bi cur ên nayêjibîr li dar dixe.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, di çarçoveya bernameyên meha Sibatê de konsera “Newayeke Xweş” li Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç li dar xist.
Di konserê de stranbêja dengxweş Mine Seçili, stranên xwe yên Muzîka Klasîk a Tirkî ji bo şêniyên Diyarbekirê pêşkêş kirin.
Geçili, diyar kir kul i Diyarbekirê gelek bi xweşî hatiye pêşwazîkirin, gelekî bextewar e ku stranên xwe bi xelkê Diyarbekirê re parve kirine û got, ew dixwaze demên pêş dîsa bêt li vir konseran bide.
