Neybêj Hakan Menguç li Diyarbekirê bû
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo Nivîskar û Neyjen Hakan Menguç li Diyarbekirê gotûbêjek li dar xist.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, di çarçoceya Serdema Çand û Hunerê ya Feqiyê Teyran de bi helkeft û çalakiyên xwe berdewam e.
Di bernameyê de hunermend Menguç behsa tesewif û felsefeya sofîtiyê kir, der barê evin û nihîlîzmê der agahî dan û serpêhatiyên Mewlana û Şems, Aşkl Weysel û Neyjen Tefiq vegotin. Menguç, di axaftina xwe de kêfxweşiya xwe li hatina Diyarbekirê jî anî ziman.
Menguç kêfxweşiya xwe anî ziman û weha axivî:
“Îro salon devîdev tijî bû, xelkê Amedê em bi tenê nehiştin, vê gelek em şa kirin. Jixwe tim ji Diyarbekirê peyam ji me re dihatin. Şaredariya Bajarê Mezin em ezimandin û ji bo me hawireke gelek xweşik dabîn kir. Ez gelekî şa û bextewar ji vir vedigerim. Ez gelek caran hatim Diyarbekirê û her carê jî ez bi heman kelecanê têm.”
Dîcle Şahin hatiye pêş neyjen Menguç, diyar kir ku wê şeveke gelek xweş borandiye. Şahin weha axivî:
“Dilê min tijî hizûr bû. Ez Hakan Menguç ji kitêbên wî û li ser medyaya civakî nas dikim, gelek kêfa me bi hunera wî têt.”
Kerim Tuncay jî aşkere kir ku ew her dem vî nivîskarî dixwîne û guh dide neya wî, lewra bi vê bernameyê kêfxweşiya xwe anî ziman.
Tuba Akgun jî ligel malbata xwe hatiye bernameyê, aşkere kir ku wê bi xwendina kitêbên Hakan Menguç dest bi xwendina pirtûkan kiriye û got, “Îro ez hatim pêş wî, gelek xweş bû. Gelek kêfa me pê hat.”
Piştî neyjenînê nivîskar Menguç, ji bo xwendevanên xwe pirtûkên xwe îmze kirin û pêkve foto girtin.
