Paqijîya kanalîzasyonan hate kirin
Gerînendetiya Giştî ya Kargêriya Avê û Kanalîzasyonê ya Şaredariya Bajarê Mezin (DÎSKÎ), li ser xetên kanalîzasyonê xebata paqijkirinê dimeşîne.
Gerînendetiya Giştî ya DÎSKÎyê, ji bo li navenda bajêr û navçeyan tu pirsgirêk di binesaziyê de çênebin dixebite.
DÎSKÎ, demildest bi gaziya gilîyên welatiyan radibe û xetên kanalîzasyonê yên xitimî bi alîkarira vîdanjor û xebatkaran pak dike û dîsa çalak dike.
Ekîb, gend û gilêşê ji kêzînên kanalîzasyonê derxistî ji bo berteref bike bo Sehaya Depokirina Sergoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin vediguhêze.
