Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Perwerdeya paqijiya hawirdorê dan xwendekaran

Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo hawirdoreke paqijtir pêk bîne ji xwendekaran re di mijarên “Jîngeh, Veguherandin û Guherîna Kîşwerî” de perwerde da.

Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrolkirina Jîngehê, bi mebesta hişmendiya paqijiya jîngehê li mejiyê zarok û ciwanan biçîne, ji bo xwendekarên dibistana seretayî û dibistana navîn xebateke perwerdeyê da destpêkirin.

Xebata perwerdeyê li dibistaneke taybet da destpêkirin ji bo xwendekarên sinifa 1ê, 2yê, 3yê û 4ê perwerdeya “Jîngeh, Veguherandin û Guherîna Kîşwerî” pêk anî.

Perwerde ji aliyê endezyarên jîngehê ve hate dayîn û ji xwendekaran re behsa giringiya veguherînê hate kirin û hate bibîrxistin ka gendê malê û yên din divê çawa bêne berhevkirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan