Pêşangeha Dîdem Gokhan hate vekirin
Pêşangeha “Ji Kelamê Bo Qelemê Husnê Xet” ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hate lidarxistin, hate vekirin.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî çalakiyên xwe yên bi boneya “Sezona Çandê ya Feqiyê Teyran” berdewam dike.
Pêşangeh li Medreseya Mesûdiye ya li nav hewşa Mizgefta Mezin bi beşdariya Alîkarî Walî Omer Coşkun, Qeymaqamê Sûrê Abdullah Çiftçi, Serokê Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî Alî Çelîk, hunermend Dîdem Gokhan hate vekirin.
Di pêşangehê de 40 berhemên hunermend Dîdem Gokhan hatin pêşandan.
Piştî pêşandana semajenîyê Serokê Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî Alî Çelîk axivî û diyar kir ku wan ji bo vejandina çanda xetatiyê ku li ber jinavçûnê ye ev pêşangeh li dar xistiye.
Hunermend Dîdem Gokhan jî diyar kir ku ew tişta ji dilê wê tê li berhemên xwe dike.
