Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Qeydên kursa şano û dramayê dest pê kir

Qeydên ji bo şano û dramayê ku di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin tên dayîn dest pê kirin.

Şaerdariya Bajarê Mezin, bi vekirina kursan û lidarxistina aktîvîteyên xwe her temen xelkê Diyarbekirê beşdarî di helkeftên çand û hunerî de dike.

Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, ji bo zarok û mezinên dixwazin xwe di warê şano û dramayê de bi pêş bixin kursên şano û dramayê li dar dixe.

Di van kursan de pispor dê perwerdeyê bidin û ji bo şanohez di vî warî de bi pêş bikevin dê alî wan bikin.

Ji bo beşdariya kursên şanoyê 18 salî û jorvetir, ji bo perwerdeya dramayê jî zarokên 9-12 salî dê bêne qebûlkirin.

Kurs bêpere ne û qeydên bo kursan heta 31ê kanûnê têne wergirtin.

Ji bo kursan serlêdan li malpera dbbkultursanat@gmail.com tê kirin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan