Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Rêberên turîstan li Diyarbekirê kom bûn

Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya Roja Rêberên Turîstan a Cîhanê, rêberên turîstan ên li Diyarbekir, Riha û Mêrdînê dixebitin, di bernameyekê de anîn cem hev.

Şaredariya Bajarê Mezin û Gerînendetiya Çand û Turîzma Bajêr, bi boneya 21ê Sibatê Roja Rêberên Turîstan a Cîhanê Seroka ŞUROyê û endamên desteya rêveber li Diyarbekirê kirin mêvan.

Di mêvandariyê de hate bibîrxistin ku armanca kombûna wan, ew e ku Sêkuçka Zêrîn a Mezopotamyayê ku ji bajarên Amed, Riha û Mêrdînê pêk tê, ji bo di warê geştûguzariyê de hevkariyê bi pêş bixin, pirsgirêkên rêberên turîstan bêne çareserkirin û markeya “Mezopotamyayê” derkeve pêş danûstandina fikrî di nava xwe de bi pêş bixin.

Her weha di civînê de plaket dane Reşit Akguneş û Mehmet Dalkiliç bi boneya ku ev herdu rêber ev 30 sal in li Diyarbekirê xizmeta rêberiya turîstan dikin.

“Ji bo Diyarbekirê armancên me yên cidî hene”

Midûrê Turîzmê Abdullah Aydenîz, diyar kir ku wan ev bername, ji bo perspektifeke hevbeş a Sêkuçka Zêrîn a Mezopotamyayê Diyarbekir, Mêrdîn û Rihayê bête bipêşxistin, ji bo hejmara rêberan zêdetir bibe û rê li ber stratejiyên turîzma herêmî bête vekirin, li dar xistiye.

Aydenîz, weha axivî:

“Ji bo Diyarbekirê armancên me yên cidî yên turîzmê hene. Ji bo bicihanîna van armancan divê em binesaziya xwe ya geştûguzariyê xurt bikin. Bi vê mebestê ji bo turîzma herêmî rengîntir bibe û binesaziya turîzmê xurt bibe çi ji destê me were em ê texsîr nekin.”

Seroka ŞUROyê Merve Ofluoglu diyar kir ku wek ode ew dixwazin li Diyarbekirê kerta geştûguzarê bi pêş bixin.

Ofluoglu, weha axivî:

“Şaredariya Bajarê Mezin, her dem destekê dide endamên me û çi gava kêmasiyeke me çêbe yekser xwe digihînin me. Xebatên me ne tenê ji bo danasandina herêmê ne, her weha em dixwazin rê li ber xebatên neqanûnî jî bigirin. Lewra hem di ser walitiya Diyarbekirê re, hem di ser Gerînendetiya Turîzma Bajêr re hem jî di ser Melbenda Herêmê ya TURSABê re hem jî di ser Şaredariya Bajarê Mezin re destekê didin me. Bi vî awayî em rê li ber rêberên qaçax digirin.”

Rêberê Turîstan Mehmet Dalkiliç, diyar kir ku di demên dawîn de rêberiyê di platformên aborî yên cîhanê de cih girtiye.

Dalkiliç bal kişand ser giringiya Diyarbekirê di nav kerta turîzmê de û weha got:

“Her bajarî li gorî xwe sürek xwe, bendek xwe û kelehek xwe heye lê Sûrên Diyarbekirê hem di nav herêmê de hem di nav cihanê de cihekî xwe yê giring heye. Şaredariya Bajarê Mezin, demên dawîn gelek fêdeya xwe bo turîzmê bûye. Xebateke mezin heye. Bandora wê li turîzma herêmê heye. Giring e ku ev hevkarî berdewam bike.”

“Diyarbekir, potansiyeleke mezin a turîzmê heye di nav Sêkuçka Zêrîn a Mezopotamyayê de”

Dekanê Fakulteya Turîzmê ya Zanîngeha Artuqlû ya Mêrdînê Prof. Dr. Serhat Harman, bi bîr xist ku heçî Mezopotamya ye destpêka gelek tiştî ye.

Harman amaje pê kir ku bi serkêşiya Şaredariya Bajarê Mezin û Parêzgariya Diyarbekirê xebata markekirina “Sêkuçka Zêrîn a Mezopotamyayê” hatiye destpêkirin û weha axivî:

“Diyarbekir, di nav Sêkuçka Zêrîn a Mezopotamyayê de xwedî potansiyeleka giring a geştûguzarê ye. Bi taybetî piştî van 3 salên dawîn ku Walî Munîr Karaloglu hate ser kar û pê de asteke baş bi dest xwe ve girt û ji bo markeya Sêkuça Zêrîn a Mezopotamyayê pêşengî kir. Em hêdî hêdî berhemên vê xebatê dibînin. Keleha Zerzevanê, kete nav serdanên turîzmê yên bo Diyarbekirê pêk tên. Bi biharê re ez dibêm qey dê Diyarbekir pareke baş ji turîzma çandê hilde.”

Diyarbekir di warê turîzma baweriyê de stêrka Mezopotamyayê ye

Sekreterê Giştî yê ŞUROyê Muslum Çoban weha xeber da:

“Diyarbekir bi rastî jî hem di warê turîzma baweriyê de hem jî di warê kolanên arkeolojiyê de stêrkeke Mezopotamyayê ye. Bi meha Adarê re ju Diyarbekir di nav Sêkuçka Zêrîn a Mezopotamyayê de geştir bibe, hin projeyên Şaredariya Bajarê Mezin û me hene. Em ê Diyarbekirê li Tirkiye û cihanê bêhtir bidin nasîn.”

Di civînê de Serokê Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin Alî Çelik, Midûrê Turîzm û Çanda Bajêr Cemîl Alp, Çavdêrê TUREBê Mustafa Ozeren û rêberên turîstan amade bûn.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan