Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Şaredarî bi şev jî dixebite

Şaredariya Bajarê Mezin, ji ber baranê beramberî rabûna lehîyê tevahiya şevê li ser kar bû.

Şaredariya Bajarê Mezin, bi ekîbên xwe yên bi ser Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, Agirkujiyê û DÎSKÎyê, piştî ku meteorolojiye hişyariya şilîyê kir, zend û bendên xwe badan.

Ekîban ji hingorê şevê heta destê sibê li navçeya Yenîşehir, Baglari Peyas û Sûrê li ser izgarayên xeta ava baranan xebat meşand û ji bo rê li ber lêmişteke pêkan bigire bi amûrên kombine û vîdanjoran dest di arizeyan werda.

Şaredariya Bajarê Mezin, li navenda bajêr li deverên berrîsk wesayit û xebatkaran di amadebaşiyê de digire, ji bo destwerdana kêmasiyan jî ALO 153 welatiyan demildest arasteyî cihê rûdanê dike.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî, tevahiya şevê xebatkarên li 4 navçeyan di amadebaşiyê de seh kirin û der barê pêşketinan de agahî wergirtin.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan