Şaredarî rêya gundan ji berfê paqij dike
Şaredariya Bajarê Mezin, piştî ku pêleka barînê bi ser parêzgehê de girt û li deverên bilind û çiya befir barî giranî da xebatên malîna rêya gundan ji berfê.
Ekîbên bi ser Serokatiya Daîreya Rê û Rêbaran û Kordînasyona Binesaziyê, ji ber li deverên çiyayî befir barî zend û bend badan.
Ekîban li navçeya Pasûrê û li navçeya Çunguşê hin gundên berf lê barî û rêyên wan hatine girtin demildest mudaxele lê kir û nehişt rê ji ber berfê bêne girtin.
Wesayitên ji ber berfê ji rê derketî jî ji aliyê makîneyên Şaredariyê ve hatin rizgarkirin.
Ji bo rê neyêne girtin ekîb bi şev jî dixebitin.
