Serlêdana bo şanoya lîseyan dest pê kir
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin “15emîn Şahiya Şanoyê a Nava Lîseyan” li dar dixe, niha dema serlêdanê ye.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, bi mebesta şanogerên ciwan derxe pêş û hunera şanogeriyê bi pêş bixe şahiya şanoyê a nava lîseyan li dar dixe.
Şahîya şanoyê bi kevneşopî tê lidarxistin û serlêdan ji lîseyên navenda bajêr, navçe û lîseyên taybet hildide.
Serlêdan heta 1ê Nîsanê ye
Komên şanoyê ku dixwazin beşdarî vê şahiyê bidin ligel agahiyên der barê xwendingeh û şanogeran de divê heta 1ê nîsanê serlêdana xwe li malpera dbbkultursanat@gmail.com bikin.
Derhênera Hunera Giştî ya Şanoya Bajêr Handan Ekici, bi daxuyaniyekê behsa vê şahiyê kir û bal kişand ku ew dixwazin ciwanan beşdarî helkeftên hunerî bikin û bal kişand ser giringiya huner û xwendinê.
