Şeva Beratê bi çalakiyan hat pêşwazîkirin
Şaredariya Bajarê Mezin, Şeva Beratê ku tê wateya xwe paqijkirin û şûştina ji nepakiyan bi çalakiyên cur bi cur pêşwazî kir.
Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî, di çarçoveya Dersên Hizûrê de bernameya “Sêmeh û Şeva Beratê” li dar xist û Prof. Dr. Mustafa Karataş û Qedîsebêj Recep Arslan derxistin pêş hezkiriyên xwe.
Bername li Navenda Çand û Kongreyan a 15ê Tîrmehê ya Zanîngeha Dîjleyê bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir. Di bernameyê de Recep Arslan qesîdeyên xwe bo beşdaran xwendin.
Piştî konsera qesîdeyan Prof. Dr. Karataş, der barê Şeva Beratê de agahî dan û behsa îbadetên ku xêra vê şevê zêdetir dikin, kir.
Karataş, pirsên beşdaran ên der barê taybetmendiya vê şevê de jî bersivandin.
Zarokan Şeva Beratê pêşwazî kir
Ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ve ji bo zarokên krêşan ên 4-6 salî, bi serperiştiya Zanaya Ayînî Sînem Eşsiz bernameyek boneya Şeva Beratê li dar xist.
Bernameya li Sumerparkê Qada Jiyana Hevpar birêve çû bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir. Di bernameyê de helbest û qesîdeyên xweşik hatin xwendin.
Piştî bernameyê simîda qendîlê û luqim ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatin amadekirin li zarokan hatin belavkirin.
Xwendekarên Mala Zanînê û akademî lîseyan şeva Beratê pîroz kir
Xwendekarên bi ser Malên Zanînê û Akademî Lîseyan bi boneya Şeva Beratê hin bernameyên pîrozbahiyê li dar xistin.
Mamosteyên Zanista Sincî û Çanda Dîî der barê Şeva Beratê de xwendekar agahdar kirin.
Bername bi edakirina duayan bi dawî hatin.
