Şeva Regaibê hat pêşwazîkirin
Şaredariya Bajarê Mezin, Şeva Regaîbê ku mizgîniya destpêka sêmehan dide bi bernameyekê pîroz kir.
Bernameya Regaîbê, li Navenda Çandê û Kongreyan a Şaredariya Bajarê Mezin ji aliyê Serokatiya Daîreya Karûbarên Çandî û Civakî de bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.
Di şevê de Prof.Dr. Ekrem Demîrlî gotarek bi sernavê “Dersên Hizûrê” li dar xist û tê de behsa hedîsên Pêxemberê Me Hezretî Mihemed kir.
Pişt re hunermend Murat Belet derkete ser sehneyê û qesîdeyên xwe pêşkêş kirin.
Hunermend Belet, kêfxweşiya xwe ji beşdariya zêde ya welatiyan anî ziman.
Belet diyar kir ku ew gelekî kêfxweş e ku hatiye vî bajarî û weha axivî:
“Gelek şaredarî bernameyên weha ji bo me çêdikin, lê ev bernameya li Diyarbekirê gelekî cuda ye û ji bo me tiştekî gelekî xweş e ku em hatine Diyarbekirê. Coşeke germ li salonê hebû û beşdar gelekî kêfxweş bûn.”
Kader Karabey yek ji welatiyan e ku hatiye pêş vê bernameyê, diyar kir ku bernameyên Şaredariya Bajarê Mezin gelekî baş in û got, “Em gelekî kêfxweş dibin gava Şaredarî bernameyên weha çêdike. Bernameyên weha ji me re pir baş tên.”
