Walî Karaloglu: “Em li 17 navçeyên Diyarbekirê qelîteya jiyanê bilind dikin”
Walî Munîr Karaloglu, beşdarî merasîma wergirtina erebeyên nû ji bo filoya Şaredariya Erganîyê bû:
“Li her 17 navçeyên Diyarbekirê midûrên herêmê, midûrên bajêr, qeymaqam, Şaredariya Bajarê Mezin, şaredariyên navçeyan tev bi hev re ji bo her kesê li Diyarbekirê dijî û xizmeta derenmayî bo Diyarbekirê bi lezûbez pêk bînin û em dixwazin bi vê re qelîteya jiyanê li seranserê Diyarbekirê berztir bikin.”
Walî Munîr Karaloglu, beşdarî merasîma wergirtina erebeyên nû ji bo filoya Şaredariya Erganîyê bû.
Merasîm li Parka Îstasyonê ya navçeyê birêve çû û 3 kamyon û 1 kepçe ji bo beşên paqijî û karûbarên fenî bi kar bînin girtin ber xizmetê.
Walî Karaloglu di merasîmê de axivî û got ku ev makîneyên kar ên ku Şaredariya Erganiyê bi derfetên xwe kirine xistine ber xizmetê.
Karaloglu bi bîr xist ku ji bo wan gelekî giring e ku ew niha li bajarê Sezaî Karakoç û meqamê Zilkif Pêxember in.
Karaloglu diyar kir ku ew li hemû navçeyan ji bo aramî û huzura welatiayn dixebitin û weha axivî:
“Li her 17 navçeyên Diyarbekirê midûrên herêmê, midûrên bajêr, qeymaqam, Şaredariya Bajarê Mezin, şaredariyên navçeyan tev bi hev re ji bo her kesê li Diyarbekirê dijî û xizmeta derenmayî bo Diyarbekirê bi lezûbez pêk bînin û em dixwazin bi vê re qelîteya jiyanê li seranserê Diyarbekirê berztir bikin.”
Karaloglu, got bila ev makîneyên kar ser xêrê bin û bal kişand ku bi saya vana êdî dê pirsgirêkên binesazîyê li Erganiyê zûtir bêne çareserkirin.
Karaloglu diyar kir ku Şaredariya Bajarê Mezin xizmetên giring li Erganiyê hene û got, di sala 2021ê de gelek xizmet bo gundên Erganiyê hate kirin û bi vê boneyê 125 kîlometir rê hate qîrkirin.
Karaloglu got ku li navçeyê pirsgirêka avê û binesaziyê bi radeyeke mezin hatiye çareserkirin.
Otogara navçeyan û Baxçeyê Milet tên çêkirin
Karaloglu aşkere kir ku ew li navçeyê li ser projeyên giring dixebitin û got ku projeya otogara navçeyan ku tê de Mala Zanînê û Baxçeyê Milet jî hene, amade ye.
Bo 1000 kesî deriyê debarê
Karaloglu aşkere kir ku ew ê tamîrxaneya Rêyên Hesinî ya Dewletê ku niha bêkêr e, dagerînin kerteke giring a debarê û weha axivî:
“YÎKOBAya ku razemeniya ji bo projeya ‘Bo Ciwanan Geşkirina Debarê’ ku projeyeke ghevbeş a Wezareta Pîşesazî û Teknolojî û Wezareta Ciwanan û Sporê ye, hat. Proje amade ne, pirsgirêka tapûyê hebû, ew jî çareser bû. Niha îhaleya wê tê kirin. Înşeleh demeke kin dê ji vê projeyê deriyê debarê ji bo 1000 kesî vebe. Her kes dizane, li Erganiyê debara 1000 kesî tê çi maneyê. Ev proje dê li ser 17-18 metrekare devera girtî be. Fîrmayên konfeksiyonê yê cihê dê tê de hebin.”
Di bernameyê de li gel Walî Karaloglu, qeymaqam Ahmet Karaaslan jî axaftinek kir û Şaredarê Baglarê Huseyin Beyoglu û Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Ayhan Kardan jî di bernameyê de amade bûn.
