Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Karaloglu: “Xebatên me bo ciwanan û Diyarbekirê berdewam in”

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, ligel ciwanên di saziyên li bin banê Şaredariya Bajarê Mezin de perwerde dibin hevdîtinek pêk anî.

Walî Karaloglu, li Pirtûk Kafeya Sûrê ligel xwendekarên Akademî Lîseya Sûrê, Şehît Gaffar Alî Okan ku di bin banê Serokatiay Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê de xebatên xwe dimeşînin, rûnişt.

Karaloglu, li Akademî Lîseya Şehît Gaffar Alî Okan li polan gerîya, bi ciwanan re sohbet kir. Karaloglu şîret li xwendekaran kirin da ku qenc bala xwe bidin ser dersên xwe û got ku mebesat wan a seretayî ew e ku ew bibin mirovên baş.

Karaloglu bi bîr xist ku ji bo ciwanan karibin li ezmûnên xwe bixebitin Şaredariya Bajarê Mezin ev navend ji wan re saz kirine û got, serkeftina ciwanan dê dilê her kesê geş û xweş bike.

Karaloglu serdana Akademî Lîseya Sûrê û Pirtûka Kafeya Sûrê kir û demekê, bi ciwanan re sohbet kir.

Karaloglu, pişt re li çayxaneyekê bi welatiyan re çay vexwar, guhê xwe da daxwaz û nêrînên wan.

Karaloglu bal kişand ku Şaredariya Bajarê Mezin ji bo çareserkirina pirsgirêkên her texma civakê projeyan bi pêş dixe û got, “Xebatên me dê ji bo ciwanên me û ji bo Diyarbekira me berdewam bin.”

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan