Dîrok tê barkirin...
Bardibe...
UNESCO Dünya Mirası
10.11.2015
Bilindiği üzere, “Diyarbakır Kalesi ve Hevsel Bahçeleri Kültürel Peyzaj Alanı”, 2015 yılında UNESCO Dünya Mirası Listesi'ne kaydedilmiştir.
Nûçe

Walî Karaloglu, xebatên şaredariyê venêrtin

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, di mesaîya xwe ya dawiya hefteyê de xebatên li Nava Sûrê û Girê Çilsiwaran têne meşandin raçav kirin. Walî Karaloglu, serê pêşîn xebatên restorekirina li ser Mala Çandê ya Diyarbekirê ku ji aliyê Weqfa Danasîna Çandê û Alîkariyê ya Diyarbekirê ve tête meşandin raç

Waliyê Diyarbekirê Munîr Karaloglu, di mesaîya xwe ya dawiya hefteyê de xebatên li Nava Sûrê û Girê Çilsiwaran têne meşandin raçav kirin.

Walî Karaloglu, serê pêşîn xebatên restorekirina li ser Mala Çandê ya Diyarbekirê ku ji aliyê Weqfa Danasîna Çandê û Alîkariyê ya Diyarbekirê ve tête meşandin raçav kir. Karaloglu der barê xebatê de agahî wergirtin û got, “Em xwedî li dîroka xwe derdikevin û Diyarbekirê digihînin siberojê.”

Walî Karaloglui pişt re li navçeya Sûra qedîm serdana Navenda Çandê ya Jinan, Dêra Qedîm a Miryemayê û Mala Zimanzan û Nivîskarê Suryan Naum Faîk Palak kir.

Karaloglu di axaftina vir de got, “Em xwedî li xezîneyên Diyarbekirê derdikevin û pê re bajarê xwe îhya dikin.”

Karaloglu, piştre serdana Seyrangeha Geliyê Dîjleyê ku li qontara Girê Çilsiwaran ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatiye çêkirin, kir.

Karaloglu raçavî li seyrangehê kirin û ligel şêniyên ku hatibûn seyrangehê çay vexwar, sohbet kir.

Parve Bike
ALO 153Bajarên Dostê Jinan