Xwendekaran bo “Diyarbekira paqij” ber binê Sûran paqij kir
Xwendekarên dilxwaz bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya kampanyaya “Diyarbekira herî Paqij” li ber binê Sûrên di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya UNESCOyê de ye, gelaş berhev kirin. Bi serkêşiya Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, bi piştgiriya Gerînedetiya Jîngeh û Bajarvanî, Qeym
Xwendekarên dilxwaz bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin, bi boneya kampanyaya “Diyarbekira herî Paqij” li ber binê Sûrên di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya UNESCOyê de ye, gelaş berhev kirin.
Bi serkêşiya Serokatiya Daîreya Parastin û Kontrola Jîngehê, bi piştgiriya Gerînedetiya Jîngeh û Bajarvanî, Qeymaqamiya Peyasê, Şaredraiya Peyasê û Komela Yeşîlayê li qada ber sûran a bi navê Baxçeyê Millet çop hate berhevkirin.
250 xwendekarên di kursên bi ser Navenda Piştgiriya Malbatan a li Peyasê de dixwînin ligel perwerdekarên xwe beşdarî vê kampanyaya berhevkirina gelaşan bûn û beşdar bi otobûsên Şaredariya Bajarê Mezin hatin cihê helkeftê.
Wezîfedaran li virê, kom, destik û tûrên çopê belav kirin, der barê jîngehê de agahî dan zarokan. Paşê zarok li Baxçeyê Millet belav bûn û çop dakirin tûran û berhev kirin.
Piştî vê zarok birin Navenda Çandê û Kongreyan a Sezaî Karakoç û li vir, li animasyona “Diyarbekira herî Paqij” temaşe kirin.
