Xwendekarên Mala Zanînê şeva Regaîbê pîroz kir
Xwendekarên Mala Zanînê ya Navendî ya Şaredariya Bajarê Mezin, şev Regaîbê ku destpêka sêmehan e bi bernameyekê pêşwazî kir.
Bername li salona Semîneran a Mala Zanînê ku bi ser Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê ye, bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir.
Mamosteyên Çanda Dînî û Zanista Sincê; xwendekar der barê giringî û wateya rojê de agahdar kirin û der barê rojê de kurtefîlmek weşandin.
Xwendekarên koma muzîkê ya Mala Zanînê qesîde xwendin û pê re şekir û luqim îkramî xwendekaran kirin.
Bername, bi duayên mamoste û xwendekaran bi dawî bû.
