Zarokên gundan çûn pêş sînemayê
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo zarokên li gundan perwerdeya xwe dikin bernameyên sînemayê li dar dixe.
Serokatiya Daîreya Xizmetên Ciwanan û Sporê, ji bo 500 xwendekarên li gund û navçeya Erganiyê dixwînin fîlma “Melezgirt 1071” pêşan da.
Xwendekar bi wesayitên ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve hatine dabînkirin ji dibistanên wan hatine hilgirtin û germûkên peqpeqok raberî wan kirin.
“Hem kêf kir hem hîn kir”
Berat Yilman xwendekar e diyar kir ku wî bi kêf li filme temaşe kir û got, “Piştî pandemiyê û stresa dersan ev bernameyeke xweş bû. Bi saya fîlmê ez fêrî pêşerojê bûm. Hem min kêf kir, hem jî hîn kir.”
Zulal Ergezen jî dbal kişand ku bi saya fîlmê wê rojeke cuda borand û weha axivî:
“Em li navçeyê ne, zêde rêya me bi bajêr nakeve. Bi saya vê bernameyê ez hem hatim navenda bajêr hem jî berî hefteya ezmûnê me bi hevalên xwe re rojeke xweş borand. Fîlmekê xweş bû, me pir eciband. Ji xwe dersa me ya dîrokê ev hebû, me hinekî din di ber çavan re derbas kir.”
“Ji bo pêşketina derûnî ya xwendekaran giring e”
Mamosteyê Rêberiyê Mehmet Sari, diyar kir ku piraniya xwendekaran berê qet neçûne pêş sînemayê.
Sari, aşkere kir ku wan ji bo xwendekaran astîvîteyeke cuda ya sosyal li dar xist û weha got:
“Xebatên weha sosyo-çandî ji bo pêşketina xwendekaran di biyavê civakî, hestyarî û derûnî de gelek mifayê xwe heye. Ev karê Şaredariya Bajarê Mezin karekî giring bû.”
Şaredariya Bajarê Mezin, ji bo xwendekaran bernameyên weha dê li dar bixe.
